Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 60 peyam
tarîxa dewleta kurdan - tirşik
tarîxa dewleta kurdan
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Selahedîn û Eyûbî...
Navê berhema ku El-Hazrecî li ser Eyûbiyan nivîsandiye, Târihu Devlet'l-Ekrâd (tarîxa dewleta kurdan) ye. Ev kitêb nêzî 700 sal berê hatiye nivîsandin û kitêba ewil ya dîroka Kurdan e. Heke berî wê hin xebat hebin jî îro di dest me de tune ne. Nusxeya vê kitêbê ya orjînal li Stenbol di Kitêbxaneya Suleymaniyê de ye. Behsa heyama Dewleta Eyyûbiyan û Selahaddîn Eyyûbî dike. Ji sala 1175’an dest pê dike û sal bi sal behsa bûyera, şeqsa û behsa heyamê dike heya sala 1257’an.

Xwediyê "weşanxaneya Azad" xwest wê wergerîne kurdî. û ji bo vê yekê ew bi emîn narozî re peyivî û li hev hatin. 3 salan li ser xebitîn û wergerandin kurdî.

pirtûk bi vî awayî dest pê dike:

wek ku dîrokzanekî gotiye: ji bo xelkekÎ felaketa herî mezin, nivîsandina dîroka wî ya bi destê dujmin e. Ev tespît pir watedar e û rastûrê kurda eleqedar dike. Loma di gel hemû zehmetiyan dema kurd bixwe dest bavêjin dÎroka xwe û binîvisin, ev bi serê xwe pir girîng e.

Nasnameya kurdan ku yek ji xelkê herÎ qedÎm yê kurdistan û mezopotamyayê ye, bi destê rejîma ke*malîst ya şopdarê îttihat û teraqqîyê ji destpêka cumhûriyetê ve bi fermiyet hat qedexekirin û li ser bingeha "neqebûlkirin û tunehesibandin"a kurdan "dîrokek fermî ya t*rkan" hat avakirin..


û bi wî awayî dewam dike.



22.08.2023 21:03 | horhorik

2. Navê pirtûkekê ye, di derbarê dîroka Kurdan da ye, kesên bi vê meseleyê ve eleqedar in divê bixwînin.



23.08.2023 00:30 | bayê xerbî

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
belki ev jî bala te bikişînin
» tarîxa dewleta kurdan
» dewleta şêwrê
» kurdan cihûtî çawa nas kir?

Kategoriyên mijarê:: dirok dirok dirok kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî